14 Photos
Gola Masiyan (Balikli Gol) a li Îdirê bûye navendeke geştyariyê li Bakûrê Kurdistanê.
Gola Masiyan ku xwedî bilindahiyeke 2 hezar û 241 metreyan e, bi xweşikî û ciwaniya xwe her demsalê bala geştyaran dikişîne û geştyarên ku diçin wan herêman bêyî dîtina wê û golê û derdora wê venagerin.
Gola Masiyan li zozanên Sînekê dikeve navbera Bazîda Agiriyê û Avkevir a Îdirê û bi girav, cureyên masî û çûkan û xwezaya xwe ya ciwan, ne tenê bala geştyarên navxwe, bala geştyarên biyanî jî dikişîne.
Geştyarên ku ji welatên ewropî yên mîna Almanya, Fransa û welatên din tên, li derdora golê li nav wê sirûşta ciwan kampên xwe datînin û demeke xweş derbas dikin.
Wêne: AA