Li Kurdistanê rewşa mêran xeter e!

21-07-2016
Piştiwan Cemal
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) - Ev sê sal e M. A ji aliyê jina xwe ve ji malê hatiye derkirin û li hotel û fermangeha xwe dimîne. M ku ji Ranyayê ye, dibêje ti kêşeya wî bi jina wî re nebû, lê du xwişkên jina wî hiştine jina wî, wî ji malê derxe.

 

M 54 salî ye û beriya 12 salan jin aniye. Lê piştî ku rastî qezayeke trafîkê tê, ji mal tê avêtin:

 

M wiha behsa xwe dike: “Beriya sê salan ez li nêzîkî bajarokê Pîremegrûnê rastî qezayeke trafîkê hatim. Piştî bûyerê hevjîna min bi başî xizmeta min dikir, lê du xwişkên wê hatin û ez ji mala min derxistim û hevjîna min bê desthilat bû, her digiriya.”

 

Derbarê ka çawa bêyî hebûna ti kêşeyekê ew bi vî rengî derkirine, M got: “Bi ti awayî kêşeya min bi hevjîna min re nebû. Em heta niha jî cihê nebûne. Lê niha ez li fermangeha xwe û car caran jî li hotelan dimînim.”

 

Ne tenê M.A ji mala xwe hatiye derkirin û li hotelan dimîne. Lê jiyana çend mêrên din jî wek jiyana M. A e. Tew hin ji wan dibêjin ku jinên wan li hotelan jî bela xwe li wan didin!

 

H.E 44 salî ye, bi eslê xwe ji bajarê Kerkûkê ye û beriya 13 salan jin aniye. Lê vêga li hotelên Silêmaniyê radize.

 

H.E li hola pêşwaziyê ya hoteleke bajarê Silêmaniyê ji Rûdawê re axivî û got ev du sal e ew ji aliyê hevjîna xwe ve ji malê hatiye derkirin û ev çend meh e nahêlin ew keça xwe jî bibîne û wiha domand:

 

“Xezûrê min daxwaz kir hevjîna min bi keçên xwe yên din re bişîne Ewropayê, lê ez qayîl nebûm. Pirsgirêka me wisa dest pê kir. Dûre mal li min qedexe kirin û ez jî derhatim û niha li hotelê dijîm.”

 

H.E hîn jî ji jina xwe cihê nebûye û dibêje: “Ew daxwaz dikin ez dev ji keça xwe berdim da wê jî bi xwe re bibin Ewropayê, lê ez razî nebûm. Lewra em hîn ji hev cihê nebûne.”

 

Dibe ku halê wan herdu mêran heta radeyekê ji halê hinek kesên din baştir be ku niha di hotelan de bê kêşe dijîn, çimkî bi gotina karmendên hotelan, hin caran ew mêr di hotelan de jî venahesin.

 

Ferhad Ebdilkerîm ku di îdareya hotelekê ji hotelên Silêmaniyê de ye, ji Rûdawê re got ku gelek mêrên ku ji aliyê hevjînên xwe ve tên derkirin li hotelan dimînin wiha pê de çû:

 

“Lê hinek ji wan li hotelan jî venahesin û hin caran kesûkarên wan wan dibînin û doza pereyan ji wan dikin. Hin mêr pereyên xanenişîniyê werdigrin, lê xizmên wan ji wan distînin.” 

 

29 mêr hatine derkirin

 

Sekreterê Yekîtiya Mêrên Kurdistanê Burhan Elî amareke yekîtiya xwe nîşanî Rûdawê da ku îsal 29 mêr li Parêzgeha Silêmaniyê ji aliyê hevjînên xwe ve ji mal hatine derkirin. 

 

Burhan Elî got: “Îsal jî çend doz hatine ba me. Jinên piraniya wan mêran, ciwan in û piştî xilaskirina mameleyên yasayî mêrên xwe qewitandine.”

 

Salên borî dema rewşa aborî ya Yekîtiya Mêrên Kurdistanê baş bû, yekîtiyê cihek bo niştecihbûna wan mêran peyda kir û daxwaz ji sermayedaran jî kir ku cihekî ji wan re peyda bikin, lê wek Burhan diyar kir, ji ber qeyrana diravî niha ew cihê wan nemaye.

 

Berdevkê Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji Rûdawê re ragihand, her mêrek bêcih be, eger ji aliyê polîsên lihawarçûnê ve bê dîtin ku bêcih e yan ew mêr here navendeke polîsan û wan agehdar bike ku bêcih e yan hez neke here ba kesûkarên xwe, ew bi biryara dadwer wî dişînin xilwetgehê.

 

Li hemû bajarên Kurdistanê Xilwetgehên Pîran hene ku ji aliyê Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ve tên birêvebirin û mercê wan bo lixwegirtina wan mêran ew e ku iraqî bin û temenê wan ne zêdeyî 60 salî be û nexweşiyên wan ên vegir û psîkolojî nebin.                         

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst