Rojava/Rimêlan – Teqînek bihêz çêbû

21-07-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Qamişlo (Rûdaw) – Li bajarokê sînorî yê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê, teqînek di depoya çek û cebilxaneya YPGê de çêbû.

 

Îro berbanga sibê saet 04:50, li nav depoya çek û cebilxaneya YPGê li bajarokê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek bihêz çêbû.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê, teqîn pir bihêz bû û dema teqîn çêbû agirê teqînê bi qasî 100 metreyan bilind bibû û şewqa agir dabû nav bajarokên Rimêlan û Girkê Legê ji ber wê jî welatî ji tirsa ji malên xwe derketibûn derve.

 

Hat gotin ku di encama teqînê de hinek kes birîndar bûne û rakirine nexweşxaneya Girkê Legê lê nayê zanîn çend kes in.

 

Heta niha nayê zanîn sedema wê teqînê çi bûye lê hêzên YPGê ketine rewşa amadebaşiyê.

 

Ew depoya ku teqîn tê de çêbûye, kîlometrekê li derveyî bajêr e û tenê ji aliyê şervanên YPGê ve tê parastin lewma tê pêşbînîkirin di bûyerê de ti sivîlekî zerer nedîtibe.

 

Duh jî li bajarê Kobanî teqînek bi wî rengî pêk hat ku di encamê de 3 şervanên YPGê şehîd bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst