Li Meletiyê agir bi zeviyê ket û zerera madî gihîşt xelkê

21-06-2024
RÛDAW
Nîşan Meletî Erxewan Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erxewanê ya parêzgeha Meletiya Bakurê Kurdistanê agir bi zeviyê ket û di encamê de 600 donim zevî şewitî û zerer gihîşt ajel û xaniyên xelkê.

Li navçeya Erxewanê ya Meletiyê şeva borî ji ber sedemeke nehatiye zanîn agir bi zeviyê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Tîmên berpirsiyar piştî 3 demjimêran agir vemirand û wan ajelên ku di nav agir de mane rizgar kirin.

Li gorî lêkolîna hatiye kirin, di encama şewatê de 600 donim zevî şewitiye û çêlekeke welatiyan miriye û zerer gehiştiye xaniyekî.

Her doh şev li parêzgehên Amed û Mêrdînê jî şewateke mezin çêbû û di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst