Li Erzeromê agir bi avahiyan ket: 12 mal şewitîn

21-06-2023
Zînê Cahîde Akgul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norgahê ser bi parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê agir bi malan ket û di encamê de 2 ajel mirar bûn û 12 mal şewitîn.

Li gor zanyariyên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) roja Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an li navçeya Norgahê ya Erzeromê, agir bi malekê ketiye û ji ber hemû avahî bi hevre girêdayîbûne agir gehiştiye 12 malan û di demeke kurt de agir berfireh belav bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, cenderme û tendirûstiyê jî çûne cihê bûyerê û agir bi alîkariya welatiyan hatiye vemirandin. AFADê ragihandiye ji bo welatiyên malên wan şewitîye dê 15 çadir bên vedan.

Qeymeqamê navçeya Norgahê Mustafa Berk Çelik jî ragihandiye ku sedema agir nehatiye zanîn û di encam de zerara canî ya welatiyan çênebûye lê 2 ajel mirar bûne û 12 mal jî şewitîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst