Li Mûsilê êriş li binkeya leşkerî ya Tirkiyê hat kirin

21-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Binkeya leşekrî ya Tirkiyê li Başîkê li parêzgeha Neynewayê (Mûsil) rastî êrişekê hat û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da.

Peyamnêrê Rûdawê Eyub Nesrî ragihand ku îşev 21ê Gulanê 2022yan dronek ket nav binkeya leşekrî ya Tirkiyê ya li Nahiya Zelkanê li Başîkayê.

Eyup Nesrî diyar kir ku di encama bûyerê de kesek birîndar bû, lê piştre ji ber birîna xwe ew miriye.

Derbarê nasnameyî de kesê canê xwe ji dest dayeê de peyamnêrê Rûdawê got ku ew kes karmendê xwaringeha baregehê bûye û  navê wî Xalîd Ebdulrehman e û temenê wî 22 sal bûye.

Rêveberê nahiya Zêlkanê Mihemed Emîn piştrast kir ku ew kesê ku canê xwe ji dest daye xelkê Başûrê Kurdistanê ye.

Hêj nayê zanîn êriş ji aliyê kê ve hatiye pêkanîn.

Tirkiyê hêj derbarê êrişa bo ser binkeya leşkerî ya Başîkê ti daxuyaniyek nedaye.

Beriya niha jî çend caran êrîşên mûşekî li dijî wê binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê hatine kirin.

Binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê ya li Zelkanê ku dikeve bakurê çiyayê Başîk, sala 2015an hat avakirin û wê demê meşq û rahênan bi Hêza Heşda Wetenî dihat kirin ku hêzeke Sunne ya Iraqî ye û ji bo rûbirûbûna DAIŞê dihat amadekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst