Galeriya wêneyan

21-05-2018
14 Photos
RÛDAW

Silêmanî (Rûdaw) – Li meha Remezanê ku xelkên musilman li seranserê cîhanê rojiyan digrin, bazara xurmeyan jî xweştir dibe, ji ber ku li ser sufreya fitara hemû musilmanan, xurme tê danîn û rojîgir bi xurmê û şerbetê fitara xwe vedikin.

Li bazara Silêmaniyê jî weke bazarên din ên Herêma Kurdistanê, ew dukanên ku xurmeyan difiroşin, kiryarên wan zêdetir bûne.

Berovajiyê şer û nakokî û milmilaniyên tund ên siyasî di navbera hêzên iraqî û kurdistanî de ku jiyana welatiyên Iraqê tal kirine, navbera musilmanên Kurdistanê li gel xurmeyên Iraqê baş e û welatiyên Kurdistanê ji bo xemilandina sufreyên fitarê, xurmeyên iraqî ji bazaran dikirin.