Wezareta Pêşmergeyan: Me hêz neşandiye ser sînorê Rojava

21-05-2013
SAKAR EBDULLAZAD
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta pêşmergeyan red kir ku hêz û çek rewaneyî ser sînorê rojavayê Kurdistanê kiribin û wiha got: “Zêdetirî 2 sale hêzên pêşmergeyan li ser wî sinorî ne.”

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di nûçeyeke xwe de ragihand: “Hêzên pêşmergeyan li ser sînorê Pêşxabûr û li nêzî gundê Şilêkê bi cih bûne û çekên giran jî ligel xwe birine.”

Em aliyê leşkerî ne û girêdayî biryarên li jora xwe ne

Wekîlê wezareta pêşmergeyan Enwerî Hacî Osman di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Em wê nûçeyê red dikin. Ev zêdetirî 2 salane lîwaya 8 a bejahî ya hêza pêşmergeyên Kurdistanê bi hemû pêdiviyan li wê navçeyê bi cih bûye. Ti hêzekî nû ji bo wê herêmê nehatiye şandin.”

Enwerî Hacî Osman derbarê girtina dergehê sînor de jî wiha got: “Em aliyê leşkerî ne û girêdayî biryarên li jora xwe ne.”

Duh (20.05.2013) serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyek li ser rewşa rojavayê Kurdistanê de wiha got: “Aliyekî diyarkirî roj li pey rojê bi kontratek bi guman xwe pir çek kiriye. Roj li pey rojê xwe ji peymana Hewlêrê dûr xistiye û aliyên din paşguh xistiye. Heta kar gihiştiye kuştin, girtin, revandina xelkê û liberçavnegirtina aliyên siyasî yên kurdî.”

Zêdetirî 2 sale lîwaya 8 a bejahî ya pêşmergeyan li wê navçeyê bi cih bûye

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Heta hilbijartinekî azad neyê kirin, mafê ti aliyekê nîne xwe ferz bike. Heta dema hilbijartinê tenê Desteya Bilind a Kurd (DBK) dikare nûnertiya xelkê bike. Em rê nadin piştgiriya me wekî pirekê ji bo xwe sepandin û takrewiyê bikarbênîn. Lewra em li bendê ne helwesta xwe di ber çavan re derbas bikin. Ger bi tevahî peymana Hewlêrê neyê bi cih kirin û li gor tevnegerin, em jî wê biryarên din wergirin.”

Berî çend rojan 74 endamên El-Partî dema xwestin derbasî rojava bibin, li ser sînor ji aliyê hêzên asayîş û YPGê ve hatibûn binçavkirin. Nûnerê El-Partî yê Hewlêrê Seîd Omer ji Rûdawê re diyar kir ku 72 hevalên wan hatine berdan û hê 2 hevalên wan nehatine azadkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst