Navenda Nûçeyan – Îranê cezayî 6 sal û 1 roj ji mamostayekî Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê re bi tohmeta bêrêzîkirin bi Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî birrî.
Li gor agahiyan ji Rojhilatê Kurdistanê ve, Dadgeha Pêdeçûnê ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê cezayê 6 sal û 1 roj bi ser mamostayekî Kurd ê xelkê navçeya Dêhgulan a parêzgeha Sine de sepand.
Mamostayê Kurd ê bi navê Hisên Penahî bi wê yekê hatiye tohmetbarkirin, ku bêrzêî bi Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî kiriye û ji xelkê re li dijî berpirsên hikûmeta Komara Îslamiya Îranê axiviye. Herwiha Hisên Penahî bi hebûna pêwendiyan ligel partiyeke Kurdî yê dijberê Komara Îslamiya Îranê jî hatiye tohmetbarkirin.
Herwiha bi fermana Wezareta Îtîlaat a Îranê ew mamostayê Kurd piştî 8 salan xizmet, ji karê mamostatiyê hatiye dûrxistin.
Rewangeha Parêzerên Mafên Mirov a Kurdistanê jî ragihandiye, ku pêştir çend kes ji malbata wî mamostayî ji aliyê Îtîlata bajarê Dêhgulanê ve hatine girtin û heya niha ti zanayrî derbarê çarenivîsa wan de nayê zanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse