9 Photos
Li Beyrûta paytexta Lubnanê duh şahiyeke mezin a Newrozê birêve çû û Kurdan bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. PDK-S jî merasîmek saz kir û Newroz pîroz kir.
Beşeke Kurdan jî bo pîrozbahiya Newrozê û di yekem roja bihar û sala nû 2722 a Kurdî de bi mebesta seyranê berê xwe dan çiyayên Beyrûtê.
Peyamnêrê Rûdawê Mistefa Goran ragihand, Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDKS) jî ahengek ji bo pîrozbahiya Newrozê saz kir.