Jeremy Corbyn di Newrozê de spasiya revenda Kurdî ya li Brîtanya kir

21-03-2019
RÛDAW
Nîşan Brîtanya London Newroz Jeremy Corbyn Kurd Kurdistan
A+ A-

London (Rûdaw) – Serokê Partiya Kar a Brîtanya, Jeremy Corbyn bi helkevta cejna Newrozê, di peyamekê de bo revenda Kurdî ya li wî welatî ragihand, ew spasiya revenda Kurdî dikin ku xizmeta Brîtanyayê kirine.

 

Jeremy Corbyn li Londonê beşdarî di merasimekê de kirk u bi helkevta cejna Newrozê hatibû lidarxistin. Di axavtinekê de, Corbyn ragihand, wî cara yekem di salên 80î yên sedsala bihorî de beşdarî di ahenga Newrozê de kiriye û diyar kir, ahengên Newrozê yên wê demê weke ahengên niha mezin û berfireh nebûn.

 

Corbyn ku partiya wî li Brîtanyayê, mezintirîn partiya opozisyona welat e, herwiha spasiya civaka Kurdî ya li Brîtanyayê kir û ragihand: “Spasiya revenda Kurdî ya li seranserê Brîtanyayê dikim, ji ber hemû wan xizmetên ku we pêşkêşî jiyan û civaka me kiriye, bi taybet jî ew xweşiya ku we di vê demê salê de aniye.”

 

Jeremy Corbyn daxwaz jî kir, rê bi nijadperestan neyê dan ku civaka Brîtanyayê  dabeş bikin û got: “Ti carî rê nedin nijadperestan ku me dabeş bikin, ew ti carî serkevtî navin, çimku em gelek ji wan bihêztirin.”

 

Serokê Partiya Kar a Brîtanyayê amaje bi giringiya cejna Newrozê û wate û nirxên baş ên vê cejnê kir û tekezî li ser parastina kulturên cuda cuda yên li nav civaka Brîtanyayê kir.

 

Di vê derbarê de, Jeremy Corbyn got: “Ez şanaziyê dikim ku nûneratiya civakeke pirkulturî, pir olî û pir etnîkî dikim. Herwiha London mînakek e ji bo cîhanê ku xelkê me dikarin bi hev re kar bikin û bi hev re bijîn. Ew jî ji bo bidestxistina jiyaneke baştir û civakeke baştir.”


Peyama Jeremy Corbyn di merasima Newrozê ya revenda Kurdî ya Brîtanya de wiha ye:

 

“Newroz li hemû aliyekê pîroz be, gelek supas bû we hemûyan ku hûn hatine, supas we ez ji bo vê derê vexwandime. Cara yekem li sala 1980an min beşdarî di merasîmên Newrozê de kir ku li wî demî merasîmekê biçûk bû. Piştire hêdî hêdî dil gel pêşveçûna civaka Kurdî li Brîtaniya mezin bû. Hevdem supastiya civaka Kudî li seranserî Brîtaniyayê dikim ji bo wê xizmeta wan pêşkêş kirî, niha ku destpêka demsala Buharê yê û Newroz jî nîşaneke ji bo vê dem salê ku demsala hatina xweşyane, hemecuriya Newrozê gelek ramanan dide, bi taybetî bo zarokan, ew zarokên Kurd yên ku li vî welatî ji dayîkbûne, û heta niha derfeta wan nebûye serdana tû beşeke Kurdistanê bikin lê wê yekê fêm dikin ku bakgranwenda Kultur û keleporê wan ji ko derê hatiye, nabe tû demekî bi kêmî temaşeyî zîrrkiya zarokên xwe bikin ku di civakekê pir çandî dene.

 

Di demekî de ku fêmkirina wan ji bo kultur û herweha rabirdûya malabatên wan heye. Hevdem têgehiştina wan bo jiyana derbasbûyî malbatên zarokên din jî heye, her ev jî bûye sedem ku welatê me taybetmendiya xwe hebe, û ez şanaziyê dikim ku nûnerê civakekê pir çand û ol bikim

 

Herwiha London baştirîn mînake  bo cîhanê ku xelkê me dikare bi hevre kar bikin û bi hevre bijîn, ev jî ji bo bi destxistina jiyaneke baştir û civakekê baştir. Tu caran rê nedin regezperest me dabeş bikin, ew tu carî serkeftî nabin, ji ber ku em gellek ji wan bi hêztirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst