Malbateke Brîtanî ji bo fêrbûna Kurdî hatin Duhokê

21-02-2018
RÛDAW
Duhok
Duhok
Nîşan Brîtanî Oxford Zimanê Kurdî
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Welatiyê Brîtanyayê Jeremy Fuler ku ji Zanîngeha Oxfordê mezûn bûye, tevî malbata xwe ji bo fêrbûna zimanê Kurdî li Duhokê dijî.

 

Jeremy Fuler ku ji Brîtanyayê ye, hezkirina wî ya bo Kurdan gihiştiye wê radeyê ku biryar daye weke jiyana her Kurdekî asayî li Başûrê Kurdistanê bijî û fêrî zimanê Kurdî bibe.

 

Fuler li Rêxistina Firm Foundation dixebite û hemû xema wî bûye zimanê Kurdî. Bûye deh sal ew hînî zimanê Kurdî bûye û heşt sal e jî li Başûrê Kurdistanê her roj li ser zarava û peyvên Kurdî lêkolînê dike.

 

Jeremy Fuler ji Rûdawê re diyar kir ku dema ew li Zanîngeha Oxfordê ya li Brîtanyayê dixwend hevalên wî yên Kurd hebûne û ew gelek guh daye rewşa Kurdan û dilê wî gelek bi rewşa Kurdan şewitiye û got: “Min dît ku hez ji zimanan dikim, ez dikarim alîkariya wan bikim.”

 

Fuler li Rêxistina Firm Foundation a li bajarê Duhokê ye û ji bo zimanê Kurdî niha ferhengeke online amade kiriye.

 

Jeremy Fuler ne tenê bi xwe zimanê Kurdî hîn bûye, herwiha Fuler zimanê Kurdî fêrî keça xwe jî dike û wê dişîne dibistaneke Kurdî.

 

Rêveberê Dibistana Zagrosê Zîrek Mihemed diyar kir: “Cihê şanaziyê ye ku xwendekarek ji Brîtanyayê were û li dibistana me bixwîne û cihê serbilindiyê ye ku ew werin li vir Kurdî bixwînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst