SÛR/HEZEX – 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

21-02-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Sûr a Amedê û navçeya Hezax a Şirnexê di encama operasyonan de 3 leşkerên birîndar bûne îro ji be birîna xwe, jiyana xwe ji dest dan.

Serokatiya Serfermandariya Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê nivîskî de ragihand li navçeya Sûrê 3 û navçeya Hezexê leşkerek di pevçûnan de birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Serfermandariya Artêşa Tirkiyê li navçeya Hezex a Şirnexê di operasyona li dijî PKKê de gerîlayan bi çekan êrîş kir û leşkerek giran birîndar bû.

Leşkerî li Hezex bi giranî birîndar bûyî li nexweşxanyê jiyana xwe jî dest da.

Li Sûrê ji leşkerên birîndar bûne 2 leşkaran tevî midexaleyan ji mirine xilas nebûn. Dermankirina leşkerê birîndar jî dewam dike.

Li navçeya Sûr a Amedê ji 2yê Berfanbara 2015an ve û li Hezexê jî 16ê Sibata îsal ve qedexeya derketina derve didome û operasyonên piştî îlankirina qedexeyê dest pê kirin jî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst