RANIYE - Baregeha Goranê hate şewitandin

20-12-2017
RÛDAW
3 roj in li Raniyeyê di xwepêşandanan de alozî derdikeve holê
3 roj in li Raniyeyê di xwepêşandanan de alozî derdikeve holê
Nîşan Tevgera Goran Raniye Baregeh Xwepêşander Şewitandin
A+ A-

Raniye (Rûdaw) – Di roja sêyem a xwepêşandana Raniyeyê de, weke du rojên derbasbûyî alozî derket û xwepêşanderan baregeha Tevgera Goranê şewitandin.

 

Peyamnêrê Rûdawê ji Raniyeyê ragihand, ku îro piştî nîvroyê gelek xwepêşander çûn ser baregeha Tevgera Goranê û piştre baregeh şewitandin.

 

Peyamnêrê me herwiha diyar kir: “Niha xwepêşanderan ber bi baregeha Komela Îslamî diçin û dixwazin wê derê jî bişewitînin. Gelek hêzên ewlehiyê li nav cadeyên Raniyeyê belav bûne, lê heta niha di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de ti pevçûn derneketiye.”

 

Weke li Silêmanî, Helebce û deverên din, di du rojên derbasbûyî de li Raniyeyê jî xwepêşandan têne kirin, lê duh gelek alozî çêbûbû û bûyerên tundiyê derketibûn holê. Di xwepêşandanan de pênc kesan canê xwe ji dest dan û nêzîkî 80 kes jî birîndar bûbûn, herwiha çend baregehên partiyan jî hatibûn şewitandin.

 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst