HMW: Malên Kurdan têne talankirin

20-10-2017
RÛDAW
Nîşan Rêkxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Human Rights Watch Xurmatû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêkxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) raporek derbarê rewşa Kerkûkê û deverên derdora wê de belav kir.

 

Rêkxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) daye xuyakirin ku şahid dibêjin ku malên welatiyan li Xurmatû hatine talankirin û  bazar jî hatine şewitandin.

 

Şahidekî ji HRW re daye xuyakirin ku piştî nîvroya roja 16ê Cotmehê, bi kêmanî 10 firoşgehên Kurdan li devera Cumhurî ya Xurmatû hatine şewitandin.

 

Ew şahid, balê dikşîne ser wê yekê ku 2 kes mijûlî talankirina bazarekê bûn û 3 efserên artêşa Iraqê jî temaşeyî wan dikirin û tiştek nedikirin.

 

Şahidan dane xuyakirin ku wan bi çavê xwe dîtiye ku kesekî bi otomobîlekê telefizyon û komputer û çend amûrên din birine û hêzên Iraqî jî tiştek nekirine.

 

Rêkxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) balê dikşîne ser daxuyaniya roja 19ê Cotmehê, ku behsa şewitandina 150 xaniyan û teqandina 11 xaniyên din dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst