Artêşa Tirkiyê gundewarê Dirbêsiyê topbaran kir

20-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar du gundên Şehba topbaran kirin û di encamê de keçeke13 salî û jineke 50 salî birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar piştî nîvê şeva derbasbûyî herdu gundên Werdiyê û Til Medîq, Qeramil, Wehşiyê topbaran kirin.

Hat zanîn ku di encamê de keçeke13 salî û jineke 50 salî birîndar bûne.

Berî wê, artêşa Tirkiyê herdû gundên Çetelê û Qeremanê jî li gundewarê bajarê Dirbêsiyê topbaran kirin. 2 top di nava erdê welatiyan de ketin û zeviyên xelkê şewitîn.

Ji aliyekî din ve droneke Tirkiyê navçeyeke vala li nêzîkî dibistaneke taxa rojavayê bajarê Dirbêsiyê bombebaran kir û ti ziyaneke wê jî çênebû.

Balafirên çavdêriyê jî li ser ezmanê navçeyê firiyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst