Hewêr (Rûdaw) – Li gundekî Efrînê grûbeke çekdar ku navê el-Qaîde li xwe kirine, 30 welatiyên Kurd girtibûn 20 kes li hember pereyan berdan lê heya niha jî 10 kes di destê wan de girtî mane.
Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re ragihand, ku piştî ku çekdarên Lîwa el-Fetih ji gundê Çeqela yê girêdayê navçeya Şiyê ya Efrînê derketin, grûybeke din ê çekdarî ku navê Qaîdet el-Xezil li xwe kirine, derbasî nav gund bûye.
Wê çavkaniyê da zanîn, ku ev grûba ku ji xwe re dibêje el-Qaîde, girêdayê hêzên opozîsyona Sûriyê ya bi navê Cebhe el-Şamiyê ye.
Çavkaniya Rûdawê da zanîn, ku wan çekdaran 30 hemwelatiyên ji gundê Çeqela girtibûn û li hember pereyan heya niha 20 hemwelatî berdane.
Bi gotina wê çavkaniyê, her hemwelatiyekî herî kêm hezar û 500 dolar daye û yê herî zêde jî 5 milyon lîreyên Sûriyê daye wan çekdaran, ku ew jî dike 11 hezar dolar.
Li gorî agahiyên wê çavkaniyê dane, hê jî 10 hemwelatî di destê wan çekdaran de ne.
Herwiha ji ber zulm û zora wê komê, bi dehan kes ji gund reviyane û berê xwe dane navenda bajarê Efrînê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse