Kurdên Rojavayê Kurdistanê xweseriyê dixwazin: Fikra Amerîkayê çi ye?

20-05-2023
RÛDAW
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv
Nîşan Amerîka Rojavayê Kurdistanê Hala Gharit Sûriye Komkara Ereb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Herêmî ya Wezareta Derve ya Amerîka Hala Gharit helwesta Amerîkayê ya derbarê mafên netewî yên Kurdan ên li Sûriyê nirxand.

Berdevka Herêmî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê Hala Gharit ji Rûdawê re axivî û helwesta Amerîkayê ya derbarê mafên netewî yên Kurdan li Sûriyê de got “Siyaseta Amerîkayê nayê guherîn û em hîn jî di heman siyasetê de ne û emê li ser piştevaniya hemû hevkarên xwe yên li herêmê berdewam bin.”

“Sûriye heq nake ku vegere Komkara Ereban”

Hala Gharit li ser vegera Sûriyê bo Komkarara Ereban dibêje “Sûriye heq nake ku vegere Komkara Erebî. Siyaseta Amerîkayê nehatiye guhertin. Em hîn jî li dijî her cure normalîzekirinê ne.”

Gharit bal kişand ser wê yekê ku gelê Sûriyê bi gelek pirsgirêkên aborî û siyasî re rû bi rû ye û got ku rewşa Sûriyê di warê mafên mirovan de jî pirsgirêk e.

“Em dê bi welatên Ereb re hevkariya xwe bidomînin”

Berdevka Herêmî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê Hala Gharit diyar kir ku vegerandina Sûriyê bo Komkara Ereban ne çareseriya pirsgirêkên heyî ye û got “Emê di dosyeya Sûriyê de û herwiha di gelek dosyayên din de, bi hemû welatên Ereb re hevkariyê bikin.

“Armancên hevpar, rêbazên cuda”

Hala Gharit li ser vegerandina penaberên Sûrî dibêje "Armancên me yên hevbeş bi hevkarên xwe yên Ereb re hene ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji pirsgirêka Sûriyê re û vegerandina ewle ya penaberan bo Sûriyê.” Herwiha Hala Gharit anî ziman ku ew bi awayê gihîştina van armancan ji hev cuda dibin”

“Ev rejîm çekên kîmyayî li dijî gelê xwe bikar tîne”

Gharit da zanîn ku ti guhertin di helwestên wan ên berê yên li hember rejîma Beşad Esed de çênebûye û wiha berdewam kir “Ev rejîm, ew rejîm e ku çekên kîmyayî li dijî gelê xwe bikar anine; ev rejîm, ew rejîm e ku dest daniye ser alîkariyên mirovî yên ku ji gelê wê re hatine şandin. Lewma di polîtîkayên me de ti guhertin çênebûne.”

“Yekane armanca hebûna hêzên Amerîkî li Sûriyê DAIŞ e”

Hala Gharit diyar kir ku vegerandina Sûriyeyê ji bo Yekîtiya Ereban bandorê li hebûna Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê nake û got “Yekane armanca hêzên Amerîkî li Sûriyê DAIŞ e û em ê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bidomînin.”

“Polîtîkayên me yên li ser piştgirîkirina HSDê nehatine guherîn”

Hala Gharit tekez kir ku ti guherîn di siyaseta wan de ya ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di şerê li dijî DAIŞê de çênebûye û dibêje “

Di vî warî de ti guherînek çênebûye û heta ku DAIŞ li welat hebûna xwe bidomîne emê vê siyasetê bidomînin. Em heta niha bi HSDê re ji bo van armancan li vî welatî ne, di vî warî de tu guherînek tuneye.”

“Amerîka çawa li mafên neteweyî yên Kurdên Sûriyê dinêre?”

Li ser pirsa “Amerîka çawa li mafên netewî yên Kurdên Sûriyê ku daxwaza otonomiyê li herêmên xwe dikin, dinêre?” Hala Gharit wiha bersivand:

“Siyaseta Amerîkayê nayê guhertin û em hîn jî di heman siyasetê de ne û emê li ser piştevaniya hemû hevkarên xwe yên li herêmê berdewam bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst