Serokê Hevpeymaniya Niştimanî yê Şîeyan beşdarî merasîma veşartina Newşîrwan Mistefa bû

20-05-2017
Rûdaw
Emmar Hekim
Emmar Hekim
Nîşan Goran Newşîrwan Mistefa Girê Zergete Hevpeymaniya Niştimanî Emmar Hekîm
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) - Şandeke bilind a Hevpeymaniya Niştimanî bi serokatiya Emmar Hekîm bi armanca beşdarbûna li rêûresmên veşartina termê Newşîrwan Mistefa gihîşt Silêmaniyê û beşdarî wê rêûresmê bû.


Nûçegihana Rûdawê ji balafirxaneya navdewletî ya Silêmaniyê ragihand ku şandeke bilind a Hevpeymana Niştimanî ya Şîeyan bi serokatiya Emmar Hekîm gihîşt Silêmaniyê û ji aliyê cîgirê serokê parlemena Iraqê Aram Şêx Mihemed û Wezîrê Koç û Koçberiyê ya Iraqê Derbaz Mihemed û her wiha hejmareke parlementer û berpirsên Goran ve hatiye pêşwazîkirin.


Li Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê Emmar Hekîm li ser koça dawiyê ya Newşîrwan Mistefa diltengiya xwe anî ziman û ragihand ku ew Tevgera Goran di asta Herêma Kurdistanê û Iraqê de weke hêzeke bandor û girîng dibînin.

 



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst