Xwendekarên Rojavayê Kurdistanê li Başûr gazinan dikin

20-05-2014
PÊŞEWA BEHLEWÎ
Rudaw
Rudaw
A+ A-

 

Dihok (Rûdaw)- Hejmarek ji xwendekarên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ku koçberî Başûrê Kurdistanê bûne, daxwaz dikin ku derfet ji wan re bê vekirin da ku xwendina xwe li zanîngehên Başûrê Kurdistanê berdewam bikin, lê heta niha ev derfet wek pêwîste ji wan re nehatiye peydakirin ji ber ku li zanîngehên Başûrê Kurdistanê hejmareke kêm ji xwendevanên Rojavayê Kurdistanê hateine wergirtin.

Lorîn û Rêber du nimûne ji xwendekarên Kurd ên Rojavayê Kurdistamê ne ku niha li Başûrê Kurdistanê penaberin û derfet bo wan nehatiye vekirin da ku xwendina xwe li zanîngehê berdewam bikin.

Rêberê xwendekarê sala 3yem ya zimanê Erebî ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Li ku de be ezê xwendina xwe berdewam bikim, heta ku ji min were xwestin ku ez berê xwe bidim welatek din.”

Lorîn jî li Sûriyê bawernameya bakaloriya wergirtibû ew niha li hêviya wê yekê ye ku navê wê di yek ji zanîngehên Başûrê Kredistanê de bê pejrandin.

Lorîn gazninan dike ku ev zêdeyî yek sale ye ku navê xwe pêşkêş kiriye lê heta niha ti bersiv nehatiye dayîn bê ka wê bê pejiranidn yan na û dibêje: “Ev yek sale ku ez li hêviya pejirandina navê xwe me, lê heta niha ev yek pêk nehatiye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst