HPGê derbarê şerê li Xakurkê daxuyanî da

20-04-2020
RÛDAW
Nîşan Xakurkê Başurê Kurdistanê HPG Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) derbarê şer û pevçûnên li gel artêşa Tirkiyê daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, hêzên HPG, roja 19ê Nîsanê, demjimêr 15.15, li dijî serbazên artêşa Tirkiyê yên li Girê Lêlikanê li herêma Xakurkê ku dikeve nav sînorê Başurê Kurdistanê, "di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de çalakiyek encam dan.”

HPGê aşkere kiriye ku di encama wê êrişê de, 6 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û kamerayeke çavdêriyê hat têkbirin û hatiye diyarkirin, artêşa Tirkiyê, “piştî çalakiyê şev bi helîkopterên Skorsky û Kobra leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anî bi rengekî serkevtî vegeriyan baregehên xwe.”

Her di daxuyaniya HPGê de hatiye tekezkirin, firokeyên cengî yên Tirkiyê, roja 17ê Nîsanê, demjimêr 10.00, derdora gundê Dêrikê li devera Meyrokê li herêma Garê û deevra Mamreşo li herêma Avaşînê, bombebaran kirin.

Herwiha hatiye aşkerekirin ku firokeyên Tirkiyê, roja 20ê Nîsanê di navbera demjimêrên 04.30-05.30an de, Girê Zergelê û derdora gundê Bêpalan li herêma Qendîlê bombebaran kirin.

HPGê diyar kiriye ku encama wan êriş û bombebaranan de ti ziyanek bi hêzên wan negihiştiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst