Asayîşa Hewlêrê tawanbarekî destdirêjiya seksê desteser kir

20-04-2019
RÛDAW
Şofêrekî taksiyê li xwe mikur hat ku destdirêjiya seksê li jineke biyanî kiriye
Şofêrekî taksiyê li xwe mikur hat ku destdirêjiya seksê li jineke biyanî kiriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê ragihand ku şoferekî taksiyê yê dest dirêjiya seksî li jineke biyanî kiriye  hatiye desteserkirkirin.

 

Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê îro Şemiyê (20.04.2019) girtevîdyoyeke şoferekî taksiyê ku  ew şofer li xwe mikur tê destdirêjiya seksê li jieneke biyanî kiriye, belav kir.

 

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê şofêrê taksiyê Faxir Hemid Heyder (48) şeva 1ê Nîsana 2019an de saet 00:55ê li nêzîkî Konsolgeriya Tirkiyê jineke biyanî  li erebeya xwe siwar kiriye û ew biriye Beneslawe û êrişê wê kiriye û piştre jî dest dirêjiya seksî li wê jina biyanî kiriye.

 

Kesê ku hatiye desteserkirin di girtevîdyoyekê de  dide zanîn ku wî gefa kuştinê li wê jina biyanî xwariye ji wê re gotiye eger ku ew behsa bûyerê bike dê wê bi kêrê wê bikûje.

 

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê heman kesê tawanbar pêştir jî destdirêjiya seksê li jinekê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst