Navenda Nûçeyan – Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê zarokan li nav xaniyekî vala termê zilamekî ku ling û destên wî hatine jêkirin û laşê wî hatiye şewitandin dîtin.
Bûyer duh danê êvarê li nêzîkî devera Şikeftên Kizil Koyun qewimî. Zarokên ku li kolanê dilîstin, di nav xaniyekî vala de termê zilamekî ku ling û destên wî hatine jêkirin û laşê wî hatiye şewitandin dîtin û malbatên xwe agahdar kirin.
Li ser agahdarkirina malbatên zarokan, hêzên ewlehiyê û tîmên tendirustiyê gihiştin cihê bûyerê.
Li ser lêkolînên destpêkê yên polîsan, zilamê ku dest û lingên wî hatine jêkirin, 25 salî bûye û piştî jêkirina dest û lingên wî, madeyek li ser wî hatiye rijandin û hatiye şewitandin.
Piştî lêkolîna polîsan, tîmên tendirustiyê paşmahiyên termê zilam, xistin nav tabûtekê û ji bo lêkolînê bo Saziya Tiba Dadî ya Rihayê hat veguhestin.
Polîsê Rihayê li ser bûyerê dest bi lêkolîn û lêpirsînê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse