Cotkarên Rojavayê Kurdistanê bo çandiniya xwe bîrên avê dikolin

20-04-2017
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê cotkaran berê xwe dane kolandina bîrên avê.
Li Rojavayê Kurdistanê cotkaran berê xwe dane kolandina bîrên avê.
Nîşan Rojavayê Kurdistanî Çandinî Cotkarî Bîrên avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Axa Rojavayê Kurdistanê di warê çandiniyê de, axeke dewlemedn e, lê belê ji ber nebûna rûbaran û kêmbûna asta barîna baranê, sektora çandiniyê zirar dîtiye û xelk ji bo avdana erdên xwe yên çandiniyê bi neçarî berê xwe dane kolandina bîrên avê.

 

Li Efrînê, zeytûn, Hinar têne çandin, li herêma Kobanî, ceh, genim, nîsk, nok û fistiq, li herêma Cizîrê jî, pembo, ceh û genim û behemîn din tên çandin. Lê ew çandinî zêdetir girêdayî barîna baranê ye, eger baran nebare, bandoreke xirab li berhemên çandiniyê yên Rojavayê Kurdistanê dike.

 

Ji ber kêmiya barîna baranê di salên derbasbûyî de, welatiyên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin avdaniya erdê xwe bi rêya kolandina bîran.

 

Li Gundewarên Amûdê li herêma Cizîrê, ji bo avdana zewiyên çandiniyê, bîrên avê hatine kolandin. Ji ber kêmbûna asta ava jêrzewî (jêr erdê), asta kolandina bîran jî zêdetir bûye, bi awayekê ku niha ji bo derxistina ava jêr erd, pêwîst e 600 metre erd were kolandin.

 

Ew bîr jî bi xerazan têne kolandin, Kobanî jî bi xerazeyên xwe navdar e û xerazeyên Kobanî bo derveyî welat jî tên firotin.

 

Berê cotkarên Kurd erdên xwe dikirin, loh lê di avdanê de pir diwestiyan, niha bi xetan erdên xwe av didin, xwediyên erd jî ji 100 çewalî, 8 çewal didin cotkaran.

 

Bîr li Rojavayê Kurdistanê bi riya hefareyan bi nirxekî pir giran têne kolandin, niha kolandina her bîrekî bi 30 milyon lîreyên Sûrî dikelife.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst