Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî ji bo hatina Cejna Newrozê û sersala Kurdî peyamek belav kir û tê de aştî û aramî ji bo hemû aliyan xwest.
Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 20ê Adara 2023an di peyama xwe ya Newrozê de pîrozbahî li malbatên şehîdan, Pêşmerge û hemû Kurdistaniyên li welêt û derve kir.
Roja Sêşem 21ê Adara 2023an yekem roja Cejna Newrozê û sala 2723 ya Kurdî ye.
Li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt ji bo pîrozbahiyên Cejna Newrozê ku cejna neteweyî ya Kurdan aheng tên kirin.
Peyama Serok Barzanî ya Cejna Newrozê:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Newrozê û serê sala 2723ê Kurdî pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistaniyên xweşdiviyên hundir û derveyê welat dikim û hêviya aştî û aramiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.
Mesûd Barzanî
29ê Reşemiyê 2722ê Kurdî
20ê Adara 2023an
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse