Li Kurdistanê 20 helîkopter dê çavdêriya rewşa Newrozê bikin

20-03-2019
RÛDAW
9 hezar polîsên trafîkê di rojên Newrozê de dikevin kolanan
9 hezar polîsên trafîkê di rojên Newrozê de dikevin kolanan
Nîşan Newroz Kurdistan Rewşa Emnî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji pirsgirêkên ku di rojên Newrozê de derdikeve, tirafîk e. Ji ber vê yekê jî di van rojan de bihtirî 9 hezar polîsên trafîkê ligel 20 helîkopteran dê çavdêriya rewşa trafîkê bikin.

 

Polîsên trafîka Hewlêrê planek ji 13 xalan ji bo rojên Newrozê daniye.

 

Berdevkê polîsê trafik yê Hewlêrê bi wekalet Nehro Hesen  dibêje ku amadekariyên cîbecîkirina plana wan temam bûye, û hêvî dikin ku bêyî bûyer û bela ew roj birêve biçin.

 

Berdevkê polîsê tirafik yê Duhokê Azad Taha  da zanîn ku li bajarê Duhokê zêdetirî hezar û 500 polîsên trafîkê di nav bajar û rêyên derveyî bajaran de  wê bên belavkirin

 

Herwiha Berdevkê Polîsê Trafikê yê Silêmaniyê Karwan Mihemed dibêje gavên pêwîst hatine avêtin hemareke polîs û tîmên tendirustiyê dê amade başiyê de bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst