Zivistan careke din vegeriya Bakurê Kurdistanê

20-03-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Barîna berfê bûye sedema qutbûna  rêyên  çûnûhatina bi dehan gundên Erzirom, Sêrt û Mûşê  û ev çend rojin di bin dorpêça berfê de mane.


Tîmên hewarçûnê yên ser bi şarederiya wan navçeyan, mijûlî vekirina çaddyen û rizgarkirina ajokarên otombîlên di nav  berfê de asê mane. Li herêmê xebat bêyî navber dewam dikin.

 

Di demekê de ku xelkê Bakurê Kurdistanê bawer nekirin çawa zivistan derbas bû û biharê destpê kir, zivistan dîsa careke din vegeriya. Berf bariya û rê ji ber barîna berfa zêde jî hatin girtin û bi dehan gund di nav dorpêça berfê de man.

 

Li parêzgeha Erziromê Sêrtê û Mûşê ya Bakurê Kurdistanê nêzîkî 70 gundî di nav dorpêça berfê de man, û tîmên paqijkirina rêyên girêdayî şaredariyan û saziya hawarçûnê ya Afatê ketin nav kar, êdî dest bi xebatên rêvekirinê kirin.

 

Li parêzgeha Agirî jî, rêyên dehan gundan ji ber berfê hatine girtin.

 

Otomobîlek ji gundê Ergûzê, dema ku xwendevanên pêdiviyên taybet, vediguhastin navçeya Eleşgirta Agirî di rê de di nav berfê de ma, lê tîmên şaredariya Eleşgirtê bi hawara wan ve hatin û ew rizgar kirin.

 

Ajokarê otomobîlê wiha got: “Em her roj hin xwendevanên ku di rewşa pêdiviyên taybet de ne, ji gundê xwe dibin û tînin navçeya Eleşgirtê, lê wek hûn dibînin otomobîla me îro di nav berfê de ma, û birêve naçe, lê destê serok û karmendên şaredariya Eleşgirtê xweş be, ku bi hawara me ve hatin û kepçe rêkirin da otomobîla me ji nav berfê derbixin."

 

Li naçeya Şaxê Wanê jî şapeya berfê çûnûhatin û rêya navbera Wan û Şaxê hate girtin.


Şapeyê di zemîneke 500 metre goşeyî de rê girt, lê piştî ku şofêran agahdarî  dane şaredariya Çatax û Wanê û saziyên hawarçûnê, tîmên rêvekirinê hatin.

 

Lê li navçeya Misircê Sêrtê rewş cuda bû, ne berf bû lê belê bareneke tund bariya, êdî tevgera jiyana wî bajarî rawestand.

 

Baran li Misircê demjimêran bariya û hemû rê hatin. Gelek mal jî di nav lehiya avê de man. Pir ziyan gihande xelkê, ji baniyên gelek xaiyan av hat, û bilindbûna asta avê bû sedema ku av derbasî bi dehan dikan û xaniyan bû.

 

Yek ji taybetmendiyên Kurdistanê ev e ku di hin herêman de buhar e, roj dijwar e û hin herêm jî di nava zivistaneke tijî berf û sar de dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst