Li Başurê Kurdistanê ahengên Newrozê birêve diçin

20-03-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ahengên Cejna Newrozê îro li tevahiya bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê birêve diçin.



Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, îro 2 cejn tên pîrozkirin, him 25emîn salvegera serhildan û raperrîna xelkê Kerkûkê li dijî rêjîma Seda Husên e him jî şeva sersala kurdî û Newrozê ye.





Navçeya Akreyê wek paytexta pîrozbahiya cejna Newrozê tê nasîn, tevî keşûhewayê welatî Newrozê bi çoş pîroz dikin. Xortên Akreyê bi xitîran (meşale) Çiyayê Akreyê xemilandin.






Li navçeya Zaxo jî welatiyên agirê Newrozê li ser pira Zaxoyê vêxistin û bi beşdariya çend hunermendan cejnê pîroz dikin.





Li parêzgeriya Silêmaniyê tevê kirîza darayî welatiyan agirê Newrozê vêxistin û cejna Newrozê li qadan pîroz kirin.





Ahenga cejna Newroza paytextê Herêma Kurdistanê Hewlêrê



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst