Li Amedê agir bi malekê ket: Kalekî 80 salî mir

20-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Agir Mal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê agir bi malekê ket û di encamê de Hasan Altanê 80 salî canê xwe ji dest da û kurê wî jî birîndar bû.

Li taxa Fatihê ya navçeya Rezanê ji ber sedemeke nediyar agir bi malekê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û yên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama midexaleya tîmên agirvemirandinê de agir bi giştî hat vemirandin û hat dîtin ku Hasan Altanê 80 salî canê xwe ji dest daye û kurê wî jî birîndar e.

Li gorî lêkolîna destpêkê agir ji ber ketina ocaxa elektrîkê derketiye.

Hat ragihandin ku derbarê sedema derketina agir û bûyerê giştî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst