Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) di salvegera duyemîn a êrişên Tirkiyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir û têde bang li gelê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kir ku “şerê rizgarkirina” herêma Efînê bide destpêkirin.
Di sal bi ser êrişa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûrî yên girê dayî Enqerê bo ser herêma Efrînê derbas bûn. Encûmena Sûriya Demokratîk di salvegera duyemîn a êrişên Tirkiyê li ser herêma Efrînê de daxuyaniyek belav kir Rojavayê Kurdistanê de û têde dibêje ku talankirina malên welatiyan û hewldanên guhertina demografiya herêmê berdewam in.
Encûmena Sûriya Demokratîk di daxuyaniyê de bibîr xist ku Efrîn li herêmê herêma herî ewle bû û beriya êrişa Tirkiyê bi hezaran koçber li wê herêmê hatibûn bicihkirin, lê piştî êrişên dewleta Tirkiyê bûye herêma herî zêde tundî, şer û talankirinê.
Di daxuyaniya MSDê de wiha hate gotin: “Em bang li civaka navdewletî, Meclisa Ewlehiyê, rêxistinên mafên mirovan, dewletên Koalîsyonê û Rûsyayê dikin ku dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê bi dawî bikin û şêniyên ku bi darê zorê neçarî koçberiyê bûne, li warê wan vegerînin.”
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de wiha ji bo rizgarkirina Efrînê dike: “Em bang li gelê xwe yê Sûriyê dikin ku bi yekdestî û bi hevgirtinê şerê rizgarkirina xaka ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin û di serî de Efrîna berxwedêr, ragihîne. Em soz didin gelê xwe yê Efrînê ku em ê têkoşîna xwe ya siyasî di civaka navneteweyî de dewam bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse