Şanda PDKê li gel YNK, Goran û Tevgera Îslamî dicive

19-12-2016
RÛDAW
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Şanda Partiya Demorata Kurdistanê (PDK) dê îro li gel berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgara Goran û Tevgera Îslamî Kurdistanê (Bzutnewe) bicive

 

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê Saman Beşartî ragihand ku biryar e îro şanda PDK seredana Silêmaniyê bike û bi rayedarên YNK, Goran û Tevgera Îslamî re bicive.

 

Peyamnerê me herwiha diyar kir ku Goranê ji bo çareseriyê projebiryarek amade kiriye da ku pêşkêşî şanda PDKê bike.

 

Civînên sê aliyên sereke yên Başûrê Kurdistanê li silêmaniyê di demekê de tên ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz kiriye encameke berhemdar li pey wan civînan were, ji bo ku ew pirsgirêkên siyasî, jiyana xelkê Kurdistanê ji niha zehmetir nekin.

 

Beriya niha jî PDKê li Hewlêrê ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên Başûrê Kurdistanê seredana çend aliyên siyasî kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst