Metirsî heye dîsa Makbule Ozer a 80 salî bê girtin

19-09-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
 Makbule Ozer a 80 salî li Wanê bi heceta alîkariya PKKê hatibû girtin
Makbule Ozer a 80 salî li Wanê bi heceta alîkariya PKKê hatibû girtin
Nîşan Makbule Ozer Wan Girtîgeh
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Makbule Ozer a 80 salî roja 9ê Gulana îsal li navçeya Artemêt ya Wanê bi heceta alîkariya PKKê hate girtin, piştî ku 4 meh û 2 rojan li girtîgeha Wanê ma ji ber nexweşiyê, cezayê salekê hate paşxistin û ew hatibû azadkirin, lê piştî salek dem tijî dibe ihtimal heye ku Makbule Ozer careke din bê girtin, hevjînê wê Hadî Ozer ku ew jî 89 salî ye hêj di girtîgehê de ye.

Makbule Ozer hevjînê wê Hadî Ozerê roja 24ê Tîrmeha sala 2018ê di encama biserdekirtina mala wan de bi egera alîkarîkirina PKKê hatine desteserkirin û roja 9ê Gulana îsal jî hatine girtin. Makbule Ozer xelkê navçeya Pavîzava ya Wanê ye û li navçeya Artemêt ya Wanê dijî, ew ustaya hindek nexweşiyên  edetî ye sedema girtina wê jî ew bûye  ku wê navka keçeke çêkiriye ku ew bixwe wê keçê  nas nake lê asayişa Wanê îdia dike ew keç gerîla PKKê bûye. 

Makbule Ozer ji Rûdawê re got: “Ez ji ber cebariyê hatime girtin, ez cebariyê dikim, ez navka xelkê çê dikim, nexweş têne cem min. Zarokên 6-7 salî kelêja wan diket min çêdikir, min got bila neçin 6-7 hezar lîre nedin doktora, rojekê keçek hat û min navka wê çêkir û şikayet li me hate kirin û  ez hatim girtin, keçik jî hate girtin û 10 sal ceza dane keçikê û qet tawaneke wî jî nebû, li nexweşxanê rewş gellek giran in, tenê hindek makarne, fasilî û yek kartol, avikek zelal, nanê wan jî hemû hewîr bû nedihat xwarin, xwarina wan me dikir tenekî û me ne dixwar, runekî biçûk bi 50 lîreyan difiroşin, yên li girtîgehê mecbur bûn hinek rûn û bacan ji bo taştê amade dikirin.”

Makbûle Ozer roja 7ê meha Îlonê piştî ku ji ber rewşa tenduristiyê cezayê wê saleke hate paşxistin ji girtîgeha Wanê hate azadkirin, hevjînê wê hadî Ozer hêj di girtîgehê de ye, lê bi gotina parêzêra malbatê piştî salekê dîsa metirsî heye ku Makbule Ozer careke din bê girtin.

Parêzera malbata Ozer, Dîlan Kunt jî got: “Dayîka Makbule ji ber hegera alikariya rêkxistinê  hate binçavkirin, wê behsa rewşa xwe kiribû ku ew karê bijîşkiya edetî dike, kesên ku dest û pîyên wan dişikên çêdike û kesek hatiye cem û tedawiya wê kiriye û şandiye, ji bilî wê çi peywendiya dayîka Makbule bi wê keçê re nebûye, me li dadgeha cezayê giran behsa vê yekê kir. Heman demê kesên ku dayîka Makbule nas dikin wan jî got ku ‘ew jine tenê karê doktoriya edetî dike bi salane alikariya xelkî dike’. Mamê Hadî ji xwe wê rojê gellek dereng hatibû malê û haya wî ji tiştekî nebû, lê dadgehê tevî wê yekê jî salek  û 13 meh ceza da endamên malbatê.”

Li gorî agahiyên ji parêzara malbatê hatine wergirtin cezayê hevjînê Makbule Ozer, Hadî Ozer roja 26ê Mijdarê temam dibe û ew jî tê azadkirin, lê niha li nexweşxanê ji ber temenê xwe zêde zor û zehmetiya dibîne û 30 ji sedî rapora wî pizîjkî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst