Galeriya wêneyan

19-09-2019
37 Photos
RÛDAW

Serdeşt (Rûdaw) – Kanî Girawan ku weke Girava Serdeştê yan Girava Rebetê tê naskirin, kaniyek e ku dikeve bakurê rojavayê bajarokê Rebetê yê ser bi bajarê Serdeştê bi qasî 10 kîlometeran ji navenda bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê dûr e.

Di her çar demsalan de av ji vê kaniyê derdikeve, lê ava vê bi kêrî vexwarinê nayê, ji ber ku piştî herikîna avê ji kaniyê, av dibe xwelî û kevir. Niha cihê ku kanî lê ye û av jê diherike, weke çiyayekê lê hatiye û bi gotina nîştecihên deverê, sal li pey sal bilindahiyê vî girî zêde dibe.

Rojane gelek geştyar ji bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve, herwiha ji Başûrê Kurdistanê ve serdana Kanî Giravanê dikin û mil û piyên xwe dikin nav avê.

Di nava xelkê herêmê de wiha belav bûye ku ava vê kaniyê, ji bo xwirînê derman e û heta hin heştyar ava kaniyê li gel xwe dibin.