Kurd ji werza nû ya perwerdeyê bifikar in!

19-09-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dibistan jibo sala nû deriyên xwe ji xwendevanên xwe re vedikin, lê ji ber şer û pevçûnên nav bajaran, kavilkirina dibistanan û ji kar dûrxistina mamosteyan nigeraniyeke mezin heye. 


Li Tirkiye û li Bakurê Kurdistanê sala nû ya perwerdehiyê  destpê dike; lê li aliyeke dibistanên kavilkirî  ku di nav şer de wek kozikên şer dihatine bi kar anîn û bi biryara 11 hezar mamosteyên endamên KESKÊ yên  ku ji kar hatine dûrxistin, malbat û xwendevan di nîgeraniyê de ne,  her çend wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê destnîşan bike ku pirsgirêk nîne jî, xuya ye ku destpêka salê dê bi xwe re gelek nîqaşan jî bîne.


Tenê li bajarê Amedê 16 dibistan di taxên qedexe de ne û ji 19 hezar mamosteyan 4 hezar û 300 kes ji kar hatine dûrxistin.


Niha pirs ev e ku dê perwerdehî di van mercan de çawa destpêbike?


Hevserokê gişti yê KESKê Lamî Ozgen dibêje ku ji hikumatê re perwerdehî li  bakurê Kurdistanê buye an nnebûye ne xem e.


Hevserokê Giştî yê KESKê Lamî Ozgen ji Rûdawê re wiha got:


“Mafên zikmakî gora dîtin û feraseta xwe sekna xwe sîstemeke perwerdê derxistibû pêş,naxwaze ev sîstem li ciheke wek Amedê pêşkeve, an jî berdewam bike.”


Li bajarê Dêrsimê ji 515 mamosteyên ji kar dûrxistin, 414 mamostê  ji bo ku perwerde lawaz nebe ji nû ve ji aliyê hikumatê ve vegeriyan ser kar.


Gelo ev yek dê ji bo mamosteyên din jî bibe biryarekê emsal? Mamosteyên ji kar dûrxistî bi vê yekê ne bawer in.


Sekreterê Giştî yê EGİTİMSENê li Amedê Abbas Şahîn jî derbarê vê mijarê de wiha got:


“Van mamosteyan trajediya şer dîtin û xwendevanên xwe ji bo perwerdehiyê motîve kirin, divê hikumatê qedrê wan bigirta lê berevaciyê wê wana ji kar avêt. Hikumatekê wiha bê rehm ez ne bawerim mamosteyan vegerînê ser karê wan.”


Herçiqas Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê pêşbînî bi bêarîşebûne bike jî ji aliyeke din ve xudan eyal û xwendevan bi metirs in ji bo sala nû, ji ber ku li bajarên wek Amed Şirnex û Mêrdînê hîn jî gelek dibistan di taxên qedexe de ne û herwiha zêdetirî 11 hezar mamoste jî ji kar hatine dûrxistin.


Li Bakuré Kurdistané tenê Li Amedê bi tevahî  hezar û 600 dibistan 450 hezar xwendekar û 19 hezar mamoste hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst