Sûriye Dêrik û Rimêlan bombebaran dike

19-08-2013
HÛSÊN OMER
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor zanyariyên gihiştine destê Rûdawê, îro firokeyên rejîma Sûriyê bajarê Dêrik û Rimêlan ên rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine.

Medyakarê kurd Azad Cemkarî ji Rûdawê re ragihand ku du rokêt li bajêr ketine, yek ji wan li nêzî rawestgeha rêwiyan li başûrê bajêr û ya din jî li ser rêya baneqesrê ketine.

Şahidên ku ji cihê bûyerê nêzîk bûn diyar kirin ku wan firoke li asîman dîtine û tekez kirin ku dengê otomobîlên hawarhatinê li bajêr tê bihîstin.

Rojnamevanê kurd Malva Elî ji Dêrikê ji Rûdawê re ragihand ku hatinûçûn li Dêrikê hatiye qedexekirin, bazar jî hatiye girtin û tu kes nikare bigihe cihê bûyerê.

Li gor agehdariyên Rûdawê, gundê Girbatê yê Dêrikê ji aliyê balafirên şer ên Sûriyê ve hat bombebarankirin û di encama bombebaranê de welatiyê bi navê Hûsên Hecî Elî hatiye kuştin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst