Li cihê Nûçe TV û MMC du kanalên din dest bi weşanê dikin

19-08-2013
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryare îro danê êvarî dawî li weşana Nûçe TV û MMCê bê. Li gor agehdariyên Rûdawê li cihê herdu kanalan du kanalên din dest bi weşanê dikin.

Dadgeha Danîmarka roja 3ê Temûzê biryara xwe ya derbarê Nûçe TV û MMC de eşkere kir û 2 milyon euro ceza li kompaniya Mezopotamya Brodcast birî.

Li gor wê biryarê lîsansa MMC, Nuçe TV û Roj TV hat betalkirin. Herwiha dadgehê mercê wê yekê danî ku parêzer bi şertê 10 milyon euro bidin, dikarin biryarê îtiraz bikin.

Tevî ku parêzeran biryar îtiraz jî kirin û ji bo rewaneyî dadgeha bilind bê kirin, lê carekî din daxwaza wan hat red kirin.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) li ser vê yekê, dibe ku îro weşanda Mezopotamya Brodcast bi temamî bê girtin. Îro li paytexta Danîmarka daxuyaniyekî rojnamevanî tê dayîn.

Li gor ANFê, îro saeta 12.00an weşana MMC û Nuçe TV bi dawî tê. Herwiha ji 8ê tebaxê ve jî weşana Roj TV bi temamî bi dawî bûye.

Li gor agehdariyên Rûdawê, li cihê MMC û Nûçe TV amadekarî ji bo vekirina du kanalên din hatiye kirin. Piştî girtina herdu kanalan, wê bi heman awayî kanalekî mûzîkê û kanalekî nûçeyan bi navekî cûda û girêdayî kompaniyekî din were vekirin.

Yekemîn televizyona kurdî ya satelêtî ya bi navê Med TV, 15ê gulana 1995an ji bajarê Londonê dest bi weşanê kir. Tirkiye ji bo girtina Med TV ket nava hewldanan û bi bihaneya ku televizyona PKKê ye, ji ber vê yekê Komisyona Televizyonan a Brîtanî (Independent Television Commission ITC) di avrêla 1999an de lîsansa Med TV belat kir. Piştî sê mehan, di tîrmeha 1999an de Medya TV dest bi weşana xwe kir. 

 

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst