Li Rihayê qeza: 19 pez telef bûn

19-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sêweregê ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li keriya pez da û di encam de 19 serî pez telef bûn.

Li gor agahiyan 19ê Tîrmeha 2022ê li ser rêya Sêwereg û Amedê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li nav keriya pez da û di encam de şofêrê otomobîlê birîndar bû û 19 serî pez û guh dirêjek  jî telef bûn.

Şofêrê birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê hat veguhestin.

Dîmenên bûyerê ji aliyê kameraya kargeheke li ser rê, hatiye tomarkirin û tê dîtin ku dema şivan bi keriya pez li kêleka rê dixwaze derbasî aliyê din bibe, ji nişkave pez diçe ser rê û otomobîl bi awayî di nav keriyê re derbas dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst