Serok Barzanî: Hêvîdar im ev cejn pêkvejiyana me bihêztir bike

19-07-2021
RÛDAW
Nîşan Cejna Qurbanê Mesûd Barzanî Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got: “Hêvîdar im ev helkefta pîroz xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne û birayetî, tebayî û pêkvejiyana li welatê me bihêztir bike.” Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe ya cejnê de got: “Hêvî dikim rojên cejnê di rewşeke aram û xweş de derbas bikin.”

Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 19ê Tîrmeha 2021ê bi boneya hatina cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de pîrozbahî li malbatên şehîdan û pêşmergeyan û hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Bi helkefta hatina cejna pîroz a Qurbanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim.”

Di peyama xwe de Serok Barzanî herwiha dibêje: “Hêvîdar im ev helkefta pîroz xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne û birayetî, tebayî û pêkvejiyana li welatê me bihêztir bike û bibê sedema berqerarbûna aştî û aramiya li navçeya me û cîhanê.”

Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim rojên cejnê di rewşeke aram de derbas bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de pîrozbahiyê li misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dike.

Mesrûr Barzanî got: “Bi minasebeta cejna pîroz a Qurbanê, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekarî yên navxwe û kesûkar û malbetên serfiraz ên şehîd û enfalkiriyan dikim û hêvî dikim rojên cejnê di rewşeke aram û di nava xweşî û aramiyê de derbas bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: “Di wan deman de mixabin ku hijmara berketiyên coronayê bilind dibe, lewre daxwaz ji welatiyên herêma Kurdistanê dikim ku pêbendî şîretên tendirustî û rêkarên xweparêziyê bin.

Cejna we pîroz be û Kurdistan jî hertim aram û awedan be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst