Erebandina Efrînê berdewam e; Li Mabata hejmara ereban ji kurdan zêdetir bû

19-07-2018
RÛDAW
Hejmara erebên nîştecihkirî li Mabata ji hejmara kurdan ku xelkê resenê deverê ne, zêdetir bûye.
Hejmara erebên nîştecihkirî li Mabata ji hejmara kurdan ku xelkê resenê deverê ne, zêdetir bûye.
Nîşan Efrîn Mabata Erebandin Ereb Kurd Çekdarên opozisyonê
A+ A-

Hewlêr (Rûdawe) – Çavkaniyên xwecihî yên li nahiyeya Mabata ya Efrînê ji Rûdawê re ragihandin, ku proseya bi erebkirina Mabata berdewam e û niha hejmara nifûsa erebên nîştecihkirî li vê nahiyeyê ji hejmara kurdan zêdetir bûye.

 

Piştî kontrolkirina herêma Efrînê ji aliyê çekdarên opozisyonê û artêşa Tirkiyê ve, roj bi roja proseya guhertina demografiya wê herêma Rojavayê Kurdistanê berfirehtir dibe.

 

Li gor çavkaniyên taybet yên Rûdawê, li bajarokê Mabata yê Efrînê hejmara erebên niştecîkirî ji hejmara kurdên resen ên wî bajarokî zêdetir bûye.

 

Çavkaniyên ku ji bajarokê Mabata ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn, dan zanîn ku niha hejmara malbatên çekdarên opozisyonê û xelkê Xûteya Rojhilat li Mabatê gihiştiye 415 malbatan.

 

Li gorî heman çavkaniyan, ji malbatên resen ên Mabata, 450 heta 470 malbatan li ser malên xwe ne.

 

Heman çavkaniyan diyar kirin, ku hejmara endamên malbata Kurd li nahiyeya Mabata di navbera 2 û 4 kesan de ye, lê hejmara herî kêm a endamên malbatên ereb ên niştecîkirî 7 kes in, lewma hejmara erebên niştecîkirî ji ya kurdan gelek zêdetir bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst