Rewşa dawî li Hesekê – DAIŞ pir tengav bûye

19-07-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hesekê (Rûdaw) – YPGê dibêje, hêzên wan %90ê wan tax û deverên bajarê Hesekê yên di destê DAIŞê de, kontrol kirine.

Rayedarekî YPGê li Hesekê ji Rûdawê re got, şervanên YPGê bi alîkariya balafirên şer ên hêzên hevpeyman taxa Vêlat El Humir a Hesekê û gundê Felaha li başûrê Hesekê ji destê DAIŞê derxistine.

Li gorî agahiyên wî rayedarê YPGê, di wî şerî de zêdetirî 10 çekdar hatine kuştin.

Wî rayedarê YPGê her wiha da zanîn, %90ê wan tax û deverên Hesekê yên di destê DAIŞê de, ji aliyê şervanan ve hatine standin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst