Du ciwan di Çemê Feratê de xeniqîn

19-06-2023
Loloxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Ebû Hemam ê li ser Çemê Feratê li rojhilatê Dêrezorê ku di kontrola Rêveberiya Xweser, du ciwan di Çemê Feratê de xeniqîn.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li bajarokê Ebû Hemam ê li ser Çemê Feratê ku 85 kîlometreyan ji rojhilatê Dêrezorê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve dûr e, du ciwan bi navên Fayiz Salih Dawî û Elî Xilêf Dehir di Çemê Feratê de xeniqîne.

Hatiye ragihandin ku her du ciwan duh 18ê Hezîranê di çem de xeniqîne, lê heta niha termên wan nehatine dîtin û lêgerîn ji bo dîtina wan berdewam e.

Li gor heman çavkaniyan, ji destpêka demsala Havînê ve aliyên peywendîdar li navçeyên Çemê Feratê kampanyeke hişyarîkirinê derbarê metirsiya avjeniyê di Çemê Feratê de ragihandibûn, lê diyar bûye ku ciwan pabendî wan hişyariyan û tedbîran nebûne, û heta niha sê ciwan di çem de xeniqîne.

Sala 2022an jî, zêdeyî 20 kesan di Çemê Feratê de li parêzgeha Dêrezorê xeniqîbûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst