Projeya ava Bêxal - Rewandiz hat vekirin

19-04-2018
RÛDAW
Daxuyaniya Wezîra Şarevanî û Geştûguzariya Herêma Kurdistanê Newroz Mewlûd
Daxuyaniya Wezîra Şarevanî û Geştûguzariya Herêma Kurdistanê Newroz Mewlûd
Nîşan Bêxal Rewandiz Proje Av Vexwarin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi amadebûna Wezîra Şarevanî û Geştûguzariya Herêma Kurdistanê Newroz Mewlûd, Projeya Ava Bêxal - Rewandiz hat vekirin, ku ji aliyê du rêxistinên navdewletî ve budceya wê hatiye terxankirin.

 

Wezîra Şarevanî û Geşûguzariyê Newroz Mewlûd di merasîma vekirina projeyê de ragihand ku ev proje ava vexwarinê ya niştecihên bajarê Rewandiz dabîn dike û nêzîkî 26 hezar kes dê jê sûd werbigrin.

 

Budceya projeya ava Bêxal – Rewandiz ji aliyê herdu rêxistinên UNDP û German Cooperation ve hatiye terxankirin ku proje bi temamî 2 milyon û 930 hezar dolar dike.

 

Newroz Mewlûd diyar kir: “Ev proje li şûna projeya kevn hate pêkanîn ku di sala 1987an de hatibû çêkirin. Wê demê ew proje ji bo niştecihên Rewandizê guncaw bû, lê ji ber berfirehbûna bajar û hatina hejmareke mezin a awareyan, proje nikaribû ava pêwîst dabîn bike.”

 

Wezîra Şarevanî û Geştûguzariyê Newroz Mewlûd destnîşan kir ku armanca projeyê bi kalîteya bilind û guncaw a standarda cîhanî zêdekirina şiyana dabînkirina ava vexwarinê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst