Xeta kareba Tişrînê gihîşt Dirbêsiyê û Amûdê

19-04-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amûdê (Rûaw) - Li bajarên Herêma Cezîrê û bi taybet li herdu bajarên Dirbêsiyê û Amûdê xetên karebê hatin kişandin û dê kareba bendava Tişrîn bighêje herdu bajaran.

Niha tîmên endazyarî û hunerî mijûlî çêkirina torên karebê ne û di demeke nêzîk de kareba Bendava Tişrîn li hemû navçeyên Herêma Cezîrê were bi kar anîn.

Desteya Enerjiyê ser bi Kantona Cezîrê hewl dide karebê ji bendava Tirşîn bigîne navçeyên herêma Cezîrê, lewma niha li bajarê Dirbêsiyê, dezgeha karebê ya wî bajarî dest bi çêkirina torên karebê kiriye.

 Karmendekî di dezgeha kareba Dirbêsiyê de dibêje “Me hewl da em karebê ji navçeyên rizgarkirî re dabîn bikin. Hin xortên endazyar  tiştên xirabe çê dikin, em hewl didin kareba bighêje navçeyên zerermend bûne û em torên karebê çê dikin. Di demeke nêzîk de kareba dê bighêje hemû navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê.”

Berî demekê Komîteya ji Desteya Enerjiyê ya Kantona Cezîrê serdana bendava Tişrîn kir, ji bo ku beşekî ji karebaya wê bendavê bighînin navçeyên Herêma Cezîrê.

Herweha bajarê Amûdê jî, ji kareba bendava Tişrîn bêpar namîne û li wir jî, dezgeha karebê dest bi çêkirina torên karebê kirin, karmendeke wê dezgehê dibêje, dê qet bawer nedikir, torên têkçûyî yên karebê car din werin çêkirin.

Piştî kirîza Sûriyê, li bajarê Rojavayê Kurdistanê di nav tariyê de ma, rojê tenê saetek kareba dihat û bandoreke neyînî li ser jiyana hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê çêdikir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst