Ahmet Turk: Xweserî wê demokrasiya Tirkiyê xurt bike

19-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê serbixwe yê şaredariya bajarê Mêrdînê Ahmet Turk ragihand ku xweseriya demokratîk daxwazeke gelê Kurd e û ew  xweseriya ku dixwazin ava bikin wê demokrasiya Tirkiyê xurtir bike.

Turk dema ku serdana hevşaredara Mêrdînê Februniya Akyol kir ji raya giştî re diyar kir ku “xweserî ne tenê ji bo Kurd, Suryan û Erebane, lê ji bo hemû Tirkiyê girîngtirîn piroje ye”.

Ahmat Turk destnîşan kir ku “wan herdemê piştgiriya demokrasiyê kirine û di demê pêş de jî wê her piştgiriya demokrasiyê bikin û pêkanîna xweserîya demokratîk jî yek ji van mijarên piştgiriya demokrasiyê ye”.

Serokê serbixwe yê şaredariya bajarê Mêrdînê da zanîn ku “ew pereyên şaredariya Mêrdînê ku dewlet dest daye ser, ewê bi hemû şêweyan hewl bidin ku vegerînin xizmeta gelê Mêrdînê re”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst