Piştî hewa germ bû balinde vegeriyan bihuşta xwe

19-03-2018
RÛDAW
Nîşan Balinde Qers Kurdistan
A+ A-

Navenda Nûçeyan- Balindeyên ku koç dikin piştî ku hewa germ bû û berf heliya, cardin vegeriyan û berê xwe dan bihuşta balindeyan Gola Kuyucuk a li navçeya Zarûşad a Qersê.

 

Herêma 13emîn Gola Kuyucuk a parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya Peymana Ramsarê de kete nava herêmên bin parastinê. Gola Kuyucuk di nava sînorê navçeya Zarûşadê de ye û 40 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e.




Bihuşta balindeyan ku 245 hektar qad jê gol e û 416 hektar ax jê jî qada Ramsarê ye, hezar û 627 mêtro di ser sewiyeya behrê de ye. Li Gola Kuyucukê 213 cins balindeyên cuda yên wekî qaza kovî, qaza boz, qaza serkesk, barçing û reşçêlek hene.

 

Zivistanê ji ber ku serma dikeve erdê û gol bi temamî diqerise, çîvik koç dikin. Îsal ji ber ku hewa zû germ bû û cemeda golê heliya balindeyên koçber jî vegeriyan.

 


Bi droneê dîmenê Gola Kuyucukê ya ku bi vegera balindeyan va dîmenên rengîn derketine holê, hate kişand.

 

Rêveberê Şaxa Qersê yê Werzata Karûbarên Daristan û Avê Murat Doganay diyar kir ku ji aliyê krîterên balindeyan ve Gola Kuyucukê xwedan girîngiyeke neteweyî ye.



 

Doganay diyar kir ku Gola Kuyucukê yek ji devera herî girîng a Qersê ye û wiha dewam got: “Gol 40 kîlomêtro dûrî Qersê ye û di nava sînorê navçeya Arpaçayê de ye. Gola Kuyucukê li parêzgeha me baş tê naskirin û herwiha ji bo ku li tevahiya Tirkiyeyê jî were naskirin em hewl didin. Ev dever bi peymana navneteweyî tê parastin, qada Ramsarê ye."



 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst