Karayilan: Peymana Lozanê ji holê radibe

18-12-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Berpirsyarê Komîteya Hêzên Parastina Gel (HPG) Murat Karayilan got, Peymana Lozanê ya ser bingehên înkarkirina Kurdan hatiye avakirin êdî ji holê radibe.

Endamê Komîteya Rêveberiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan beşdarî bernameyek a radiyoya Dengê Kurdistanê bû û mijarên rojevê nirxand.

Murat Karayilan ragihand, gerîlayên PKKê hêj daneketine di nav bajarên Bakurê Kurdistanê û got: “Berxwedan bi serkêşiya xortan didome û em dê heya dawiyê piştgiriya wan bikin.

Karayilan amaje kir ku Artêşa Tirkiyê jî êdî beşdarî şerê di nav bajaran de bûye û wiha domand:

“Hûn bi agir dilehîzin. Heger hûn ser vê yekê berdewam bikin, gerîla dê zêditir bi awayekî cangorî beşdarî berxwedanê bibe. Êdî gelê kurd dê ji Komara Tirkiyê veqete. Heger hûn bi tank û topan êriş bikin, êdî em bi hev re nikarin bijîn.”

Kobanî. Şingal û Lozan

Karayilan destnîşan kir ku bi taybetî piştî serkeftinên li Kobanî û Şingalî hat dîtin ku rolek girîng a gelê kurd di Rojhilata Navîn de heye û wiha pê de çû:

“Bêgelê kurd herêm nikare were dizaynkirin. Ji ber vê yekê jî qonaxek nû dest pê kiriye. Peymana Lozan a ser bingehên înkarkirina Kurdan hatî danîn êdî ji holê radibe. Vê rastiyê tirs xistiye ser dagirkerên Kurdistanê.”

Xendeqên Hz. Mihemed

Berpirsyarê Komîteya HPG pevçûnên li Bakurê Kurdistanê weke şerekî navxweyî bi nav kir û got: “Civaka kurdî ji bo parastina xwe mecbûr bûye ku xendeqan vekin. Hz. Miehemd jî ji bo Parastinê xendeq kolandibû.”

Derbarê AK Partiyê de jî Murat Karayilan wiha got:

“AKP ne AKP a berê ye. AKP êdî bûye MHP. Zalimkar û faşîst e. Dixwaze hemû kesî bipeçiqîne. Îradeya ti kesî nas nake. Neteweya kurd êdî dixwaze li herêmê bibe xwedî îrade. Kurd dê ti caran teslîm nebin. Rewş ev e. Di vê sedsalê de dewleta AKPê nikare Dêrsîmek nû bide jiyandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst