Rêveberê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mêrdînê hat girtin

18-11-2014
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Rêvberê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Prof. Dr. Qedrî Yildirim bi hêceta “gendeliyê” hat girtin. Hinek mamostayên kurd ên zanîngehê jî vê yekê wek “komplo” li dijî Yildirim dibînin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Mêrdînê bi hêceta ku gendelî kirine, li hemberî rêveberiya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê operasyonek pêk anî. Di operasyonê de 68 kes hatin girtin ku di nav wan de Sekreterê Giştî yê Zanîngehê Suleyman Baybûr, Alîkarê Sekreterê giştî Sedat Gul, Dekana Beşa Hunerên Bedew Prof. Dr. Zekiye Sarikartal jî heye.

Piştî girtina wan kesan, Alîkarê Rektorê Zanîngehê û Rêveberê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngehê Prof. Dr. Qedrî Yildirim jî bangî rêveberiya polîs hat kirin û bi tohmeta gendeliyê hat girtin.

‘Binçavkirina Kadrî Yildirim komplo ye’

Serokê Beşa Kurdî ya Enstîtuya Zimanên Zindî Ramazan Pertev, ji Rûdawê re diyar kir ku ti eleqeya Qedrî Yildirim bi gendeliya ku tê behskirin re tine ye û got ku dixwazin bi vê komployê navê beşa kurdî reş bikin. Pertev, wiha axivî:

“Eleqeya van operasyonan û eleqeya îhale, nelirêtî û gendeliyê bi beşa kurdî re tine ye. Ti eleqeya mamoste Qedrî Yildirim jî bi van tiştan re tine ye.  Hinek navendên ku ji enstîtuya me nerazî ne, ji xebatên beşa kurdî nerazî ne, dixwazin mamoste Qedrî jî têxin nava vî karî. Girtina mamoste Qedrî ji bo reşkirin û daxistina prestîja beşa kurdî ye. Di şexsê mamoste de dixwazin enstîtuya me û beşa kurdî bêîtibar bikin. Ev komplo ye.”

Mamosteyê beşa kurdî Mikaîl Bulbul jî li hemberî binçavkirina Prof. Dr. Qedrî Yildirim nerazîbûn nîşan da û diyar kir, beriya ku Yildirim bê girtin di hinek rojnameyan de nûçeya girtina wî derket jixwe piştî wan nûçeyan mamoste Qedrî hat girtin.

Mikaîl Bulbul ew nûçe weke servîskirina karekî nebaş bi nav kir û da zanîn ku bi van nûçeyan pêşiyê zemîna girtina Yildirim hat avakirin û piştre jî ew girtin.

Hîndekarê Kurdolojiyê Mikaîl Bulbul he wiha anî ziman ku dixwazin Yildirim jî bi nelirêtiyê monte bikin û wiha berdewam kir: “Îhtîmala ku Qedrî bibe rektor heye. Ji niha de dest bi reşkirinê wî dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst