Galeriya wêneyan

18-10-2023
19 Photos
Bilind T. Abdullah

Li gundê Solaxê yê navçeya Şengalê îro bîrdariyek ji bo qurbaniyên komkujiya wê navçeyê hat danîn.

Ew bîrdariya komkujiyê, bi hevkariya saziya Însiyatîfa Nadiayê, Rêxistna Koçberiyê ya Navneteweyî ya li Îraqê û Ajansa Pêşvebirînê ya Amerîkayê (USAID) hat çêkirin.

Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî  çalakvana Kurda Êzdî Nadiya Murad piştevaniya saziya Însiyatîfa Nadiayê dike.

Bîrdarî li herêma ku bi navê “Gora Dayikan” hatiye avakirin, ku gelek jinên pîr û kal ên Kurdên Êzidî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin qetilkirin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Qaîdî Hisên Qasim wekî Nûnerê Serokatiya Herêma Kurdistanê di merasîmê de beşdar bû.

Husên Qaîdî got ku e ew bîrdarî dê bibe sedem ku komkujiya Kurdên Êzidî neyê jibîrkirin.

DAIŞ piştî dagirkirina Mûsilê, ê 3yê Tebaxa 2014an ket Şingalê û Kurdên Êzidî qetil kirin.

Di encama êrişan de, zêdetirî 325 hezar Kurdên Êzidî koçberî Herêma Kurdistanê bûn.

Herwiha bi qasî 100 hezar Êzidî jî derketin ji derveyî welêt.

Bi hezaran Kurdên Êzidî hatin qetilkirin, zêdetirî 6 hezar jin, zarok û zilamên Êzidî hatin revandin.

Foto: Bilind T. Abdullah / Rûdaw