Fezlekaya Tanrikulu ji Serokkomariya Tirkiyeyê re hat şandin

18-09-2023
RÛDAW
Nîşan Sezgîn Tanrikulu Fezleke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fezlekaya ku ji bo rakirina parêzbendiya Sezgîn Tanrikulu hatibû amadekirin ji Serokkomariya Tirkiyeyê re hat şandin.

Parlamenterê Amedê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu berî çend rojan di bernameyeke televîzyonî de behsa tawan û komkujiyên artêşa Tirkiyê yên li Bakurê Kurdistanê kiribû.

Tanrikulu diyar kiribû ku tawanên artêşa Tirkiyeyê li Dadgeha Mafên Mirovan hatine piştrastkirin.

Tanrikulu ji wê demê ve bûye armanca rexneyên desthilatê û beşeke ji mixalefetê.

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji ber wan gotinan derbarê Tanrikulu de lêpirsîn dabû destpêkirin û derbarê wî de fezleke hatibû amadekirin.

Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê jî destûr dabû ku ew lêpirsîn dest pê bike.

Li gorî zanyariyan, îro wezareta navborî fezlekeya ku ji bo rakirina parêzbendiya Sezgîn Tanrikulu hatibû amadekirin şandiye Serokkomariya Tirkiyeyê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî wê bernameya televîzyonî gef li Sezgîn Tanrikulu xwaribû û gotibû ”Dê cezayê xwe bistîne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst