Cemîl Bayik: Eger dewlet muzakerê qebûl bike vekişîn dê bidome

18-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw/ANF) - Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku hikûmet û dewleta Tirkiyê hewl didin hevdîtinên li Îmraliyê di asta diyalogê de bihêlin û nehêlin derbasî asta muzakereyê bibe. Bayik got, "Eger hikûmet bi rastî jî ji bo muzakereyê gav biavêje û di vê mijarê de baweriyê bide me, bêguman emê vekişînê dewam bikin."

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di bernameyeke duh (17.09.2013) êvarê ya li televîzyona ÎMC de bersiv da pirsên Mudurê Nûçeyan ê ÎMC TV Hamza Aktan.

Cemîl Bayik da xuyakirin ku ji ber helwesta dewletê, hevdîtinên ku heta niha di navbera dewlet û tevgera wan de dewam dikin di asta diyalogê de mane û wiha peyivî: "Çi li Oslo'yê çi li Îmraliyê, hevdîtin ji asta diyalogê wêdetir neçû. Pêvajoya diyalogê hem li Oslo hem jî li Îmraliyê ji zûdeyî temam bûye. Diviyabû ji mêj ve asta muzakereyê destpê bikira lê belê hikûmet û dewleta Tirkiryê her tim hewl da vê yekê di asta diyalogê de bihêle. Pêşî li destpêkirina muzakereyê girtin."

Bayik da xuyakirin ku di şûna gavên çareseriyê de hikûmetê rêbaza mijûlkirin û sergerandinê ji xwe re kiriye polîtîkayek û gavên KCK'ê avêtine wiha bibîr xist: "Di asta yekemîn de me dîlên di destê xwe de serbest berdan. Di asta yekemîn de me hemû wezîfe û berpirsyariyên xwe berî dema xwe bicih anîn. Dema asta muzakereyê hat hikûmet û dewleta Tirk gav neavêt, dest bi mijûlkirinê kir. Li gorî xwe xwest însiyatîfê têxe destê xwe. Di bin navê meşandina pêvajoyê de dixwest, rewşa agirbestê heta hilbijartinan bidomîne. Bi vî rengî xwest di hilbijartinan de serketinê bi dest bixe. Me ev xeterî fêm kirin û li gorî wê me tedbîr stendin."

Bayik ragihand ku AKP xwedî planeke çareseriyê nîne û diyar kir ku di vê şert û mercên Ocalan ên li Îmraliyê bên guhertin û got, "Gotinên ku dibêjin; hejmara vekişînê gelekî kêm e, rexneyên neheq in. Daxuyaniyên ji bo xapandina raya giştî ye. Ji bo nixumandina gunehên xwe ye. Li ti devera cîhanê, ti rêxistinê tiştên me kirine ne kirine. Beranberî vê hikûmetê çi kir, yan jî bernameyek diyar kir? Na, kes vê nizane. Kes nizane bernameya çareseriyê ya AKP'ê çiye. Ti bernameyeke ku nîşanî me daye, nîne. Di vê pêvajoyê de li gel Ocalan hevdîtin kirin û hin soz dan. Heta 1'ê Hezîranê dê ev pêvajo biqediya û piştre jî muzakere destpê bikira. Ev nehat kirin, weke sedem jî gotin, beşdariyê nû hene, vekişîn tam nebûye, lewma pêvajo nehat destpêkirin."

Bayik anî ziman ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe demokrasiya pêşverû nayê Tirkiyê û destnîşan kir ku bi lezgînî pêwistî bi destûra bingehîn a nû heye.

Bayik ragihand ku cih li hikûmetê teng bûye, lewma bi neçarî pakêta çareseriyê xistiye rojevê û got, "Tengav bûn, lewma pakêt xistin rojevê. Me vekişîn rawestandin. Lê ger hikûmet di mijara muzakereyê de gavê biavêje û baweriyê bide, dê bêguman vekişîn dewam bike. Dema me vekişîn rawestandin û agirbest dewam kirin, me xwest her kesî hişyar bikin.

KCKê beriya niha ragihandibû, ji ber ku dewleta Tirkiyê gavên pêwîst bo çareseriya pirsa kurd û pêşveçûna pêvajoya çareseriyê nehavêtiye, vekişîna hêzên xwe ji Tirkiye û bakûrê Kurdistanê didin sekinandin.

Ev gotinên Cemîl Bayik di demekî de ye ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya herî dawî de digel şanda BDPê, ji dewletê xwestibû divê diyalog derbasî muzakereyên berfireh bibe.

Her wiha hat zanîn ku nameya Ocalan a ku bo berpirsên KCKê yên li Qendîl re amade kiribû, dê îro yan sibê ji aliyê şanda BDPê ve bigihîje destê wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst